Li Sûdanê ji nexweşxaneyê re bi fuzeyan êrîş hat lidarxistin: 9 mirî, 20 birîndar
Li wîlayeta Darfura bakura Sudanê ji Nexweşxaneya Suudî ya ku li Ef Faşîrê ye re bi fuzeyan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de li gorî diyarîyên ewil 9 kes mirin, ji 20an zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Li paytext El Faşîra wîlayeta Darfura Bakur a rojavaya Sudanê, ji teref Hêzên Destek a Bi Lez ve êrîşa fuzeyî hat lidarxistin.
Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristî ya Wîlayeta Darfura Bakur Îbrahîm Xatir, hûrgilîyên êrîşê parve kir û weha got, “Mîlîsan, roja înê di seatên serê sibehê de bi balafirên bêînsan yê hewayê ji Nexweşxaneya Suudî re li beşa ku refaqetvanên nexweşan di nav de bûn êrîş li dar xist. Di êrîşa ku 4 fuzeyên biplankirî hatine îsabetkirin de 9 refaqetvanên nexweşan mirin, ji 20an zêdetir mirov jî birîndar bûn.”
Nexweşxaneya Suudî ku bûbû hedefa êrîşê, bal dikşîne ku li herêmê cîhekî ku tenê li wê derê midexeleyên cerrahî têne kirin e.
Hêzên Destek A Bi Lez, derheqê êrîşê de tu daxuyanîyekî nedan, li herêmê jî ji 10ê Gulanê vir ve di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Destek a Bi Lez de şer û pevçûn hene. (ÎLKHA)