• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Şîliyê di mezinahîya 6,4an de erdhejek pêk hat
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Şîliyê ku li Herêma Erdhejê ya Pasîfîkê ya ku wek "Xeleka Agirî" jî tê binavkirin, ku yek ji wan welatan e ku li dinyayê herî zêde liv û tevgerên erdhejê lê zêde ne, erdhejeke di mezinahîya 6,4an de pêk hat.

Hat ragihandin ku navenda erdheja ku 110 kîlometre di bin erdê de pêk hat, bajarê Molina yê wîlayeta Curîco ye.

Erdhej li bajarên Coquimbo, Araucania, Valparaiso, Libertador Gral û Biobio, bi taybetî li paytext Santiago hat hîskirin.

Di erdhejê de ti ziyanên canî û madî nehatine ragihandin, hişyariya tsunamiyê jî nehatiye dayîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir