Wezîrê Karên Derve yê Emrîkayê Antony Blinken li Iraqê ye
Wezîrê Karên Derve yê Emrîkayê Antony Blinken piştî serdana xwe ya Tirkîyeyê çû Iraqê.
Wezîrê Karên Derve yê Emrîkayê Antony Blinken piştî serdana xwe ya Tirkîyeyê çû Iraqê û bi Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de têkiliyên dualî, pêşhatên herêmî û rewşa Sûrîyeyê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniya Blinken a der barê hevdîtinê de weha hat gotin: "Me bi Serokwezîrê Iraqê Sûdanî re li ser geşedanên dawî yên li Sûrîyeyê axivîn. Min pabendbûna me ya ji bo ewlehî, îstîqrar û serwerîya Iraqê teqez kir." (ÎLKHA)