Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 875an
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 44 hezar û 875an û hejmara birîndaran jî derket 106 hezar û 454an.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 434emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 4 qetlîamên 24 saetên dawîn de 40 sîvîlan şehîd kirin û 98 kesan jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 44 hezar û 875an û hejmara birîndaran jî derket 106 hezar û 454an. (ÎLKHA)