Li Giştîyê Tirkîyeyê di camîyan de ji bo Xezzeyê dua hatin kirin
Di çarçoveya “Di şeva Înê de Bi Malbatî Di Camîyan De ne! Em Xezzeyê Bîrva Nakin” de ku ji teref Serokatîya Karên Dîyanetê ve hat lidarxistin de berîya nimêja eşayê li giştî Tirkîyeyê di camîyan de ji bo xelasîya Xezzeyî û mezluman dua hatin kirin.
Berîya nimêja eşayê li Tirkîyeyê ji bo Xezzeyî û mezluman re di camîyan de bernameya “Di şeva Înê de Bi Malbatî Di Camîyan De ne! Em Xezzeyê Bîrva Nakin” hat tertîpkirin.
Ji bernameyê re Serokê Karên Dîyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş jî beşdarî bû û di Camîîya Haci Bayram Welî de dua kir. (ÎLKHA)