Li Nuseyratê hejmarê şehîdan derket 30 kesan
Artêşa îşxalê li Nuseyratê li dijî sîvîlan êrîş li dar xistibû, di encama êrîşê de hejmarê şehîdan derket 30 kesan.
Artêşa îşxalê, êrîşî Nuseyrata Xezzeyê kiribû.
Li gorî xebera WAFAyê, balafirên herbê yên îşxalkeran, di êrîşên xwe de malên ku sîvîl jî di nav de bûn hedef girt.
Di êrîşan de pirî wan zarok û pîrek 30 kes şehîd bûn, 40 kes jî birîndar bûn.
Mirovên ku bûyerê dîtine, destnîşan dikin ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dike. (ÎLKHA)