• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
HAMASê, sûîqesta ku ji wezîrê penaberan ê Efxen re hat lidarxistin şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Em êrîşa terorîstê ya bi bombeyî ku bû sedema kuştina Wezîrê Penaberan ya hikûmeta demborî ya Efxen Xelîlûrrahman Hakkanî û hinek hevalên wî li Kabîla paytexta Efxenistanê şermezar dikin.”

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Em îfade dikin bi gelê Efxenê bira re di nav piştgirîyê da ne, ji hikûmeta demborî û malbatên qurbanîyan re daxwazîyên xwe yên sersaxîyê pêşkêş dikin, ji Xwedê jî daxwaz dikin ku ji bo wan merhamet û mexfîretê bide, ji malbatên wan re sebrê bide; ji bo birîndaran jî şîfa lezgîn bide.”

Wezîrê Penaberan ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Xelîlûrrahman Hakkanî, doh di êrîşa bombeyî ya li wezaretê hat lidarxistin de şehîd bû.

Hat desntîşankirin ku Hakkanî dema ku di avahîya wezaretê de nimêj dikir di teqînê de şehîd bûye.

Çavkanîyên herêmî, diyar kirin ku teqîn ji teref xwekujekî ve hatîye tertîpkirin.

Rayedarên Emîrtîyê jî diyar kirin ku êrîş ji teref DAÎŞê ve hatîye lidarxistin û rêxistin jî xwedî li êrîşê derketîye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir