Li Qudsa îşxalkirî çalakîya berxwedanê hat lidarxistin
Çapemenîya îşxalê, diyar kir ku di seatên serê sibehê de li Çarrêya El Hadhara başûrê Quds îşxalkirî ji otobûsekî re çalakîya berxwedanê hat lidarxistin.
Hat diyarkirin mirovê ku çalakîyê li dar xistîye ji cîhê bûyerê dûr ketîye û di çalakîyê de jî îşxalkerekî hatîye kuştin.
Çapemenîya îşxalê ragihand ku herî kêm ji otobûsê re 22 guleyên keleşkofê hatîye îsabetgirtin. Ji alîyê berxwedanê ve hêj tu daxuyanîyek nehat belavkirin. (ÎLKHA)