Kerwana Hêvîyê ji 200 zarokên Bûrsayê re bot û mont belav kir
Komeleya Kerwana Hêvîyê ya Bûrsayê bi projeya "Botek û Montek" ji 200 zarokên hewcedar re cil û bergên zivistanê belav kir.
Komeleya Kerwana Hêvîyê ya Bûrsayê bi alîkarîya xwe ya malî û neqdî, li bûrsayê wezîfeya xwe ha hêvîtîyê didomîne.
Kerwana Hêvîyê ya Bûrsayê di çarçoveya projeya "Botek û Montek" de amadekaryên xwe yên ji bo 200 zarokên hewcedar bi dawî kir û ji 75 zarokên li sê dibistanên cuda re bot û montan diyarî kir.
Di berdewama projeyê de 125 zarok tevî malbatên xwe ji aliyê komeleyê ve hatin pêşwazîkirin û cilên xwe yên zivistanê ecibandin.
Di daxuyaniya ku ji teref rayedarên komeleyê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Me di mehên zivistanê de ji bo zarokên malbatên mexdûr dest bi bernameya danasîna bot û montê kir. bi destkên zêde ên xêrxwazên xwe em dikarin xwe ji zêdetir malbatan re bighênin." (ÎLKHA)