Li Behra Spî di mezinahîya 4,4an de erdhejek pêk hat
Hat diyarkirin ku li navçeya Datçaya Mûxlayê di mezinahîya 4,4an de erdhejek pêk hat.
AFADê diyar kir ku di seat 07.44an de li peravên Behra Spî erdhej pêk hat.
Hat destnîşankirin erdheja ku di mezinahîya 4,4an de pêk hat 210 kîlometre dûrê Datçayê pêk hatîye.
Hat ragihandin erdhej 9,1 kîlometre di bin erdê de pêk hat. (ÎLKHA)