Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê: 60 birîndarên me di bin rîska mirinê de ne
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, diyar kir ku 60 nexweşên xwe yên di Nexweşxaneya Endonezyayê de ne ji ber kêmasîya xwarin û bêavîyê li ber rîska mirinê ne.
Di daxuyanîya ku ji teref wezaretê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku li Nexweşxaneya Endonezyayê rewşa însanî hatîye pileyekî gelek talûkeyî, bal hat kişandin ku lazimatîyên bingeh ên birîndaran nemaye.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku 60 birîndarên di nexweşxaneyê de, ji ber bêavî û bêxwarinê di bin rîska mirinê de ne. (ÎLKHA)