Li Hîndistanê otobûs qeza kir: 6 mirî, 40 birîndar
Li bajara Mumbaîya Hîndistanê şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û otobûs li gelek wesayît û peyayan qelibî. Di encama qezayê de 6 kes mirin, ji 40 zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Qeza, li gorî seatên Tirkîyeyê di seatên şevê de li herêma Ambedkar Nagarê pêk hat. Otobûsa ku di karên raya giştî de dihat şixulandin, li gelek wesayît û peyayan qelibî.
Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 6 kesan canê xwe ji dest dan, ji 40î zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî û xelaskirinê hatin sewqkirin.
Hat destnîşankirin ku mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin û rewşa hinek birîndaran giran in.
Tê endîşekirin ku hejmarê mirîyan zêde bibe. Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)