Ji HAMAS û Cîhada Îslamî daxuyanîya Sûrîyeyê
Tevgera Berxwedana Îslamî HAMASê derheqê geşedanên li Sûrîyeyê de weha got, "Em gelê Sûrîyeyê yê bira ji ber destkeftiyên di rêya azadî û edaletê de bi dest xistine pîroz dikin." Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî Ziyad Nehhale diyar kir ku ew hêvî dikin ku Sûrîye wek her carê piştevanê doza Filistînê bimîne.
HAMASê piştî ku bi hilweşîna rejîma Sûrîyeyê re muxalefet bi dest xist, nirxandineke nivîskî kir.
Di daxuyanîyê de ev tişt hatin destnîşankirin:
"Em weke Tevgera Berxwedana Îslamî pîrozbahîyê li gelê Sûrîyeyê yê bira dikin ku destkeftiyên wan di rêya azadî û dadmendîyê de bi dest xistine. Em bang li hemû pêkhateyên gelê Sûrîyê dikin ku rêzên xwe bikin yek, hevgirtina niştimanî xurt bikin û êşên berê derbas bikin.
Em wek Tevgera HAMAS û gelê Filistînê bi xurtî li cem gelê mezin ê Sûrîyê ne û rêz li yekitiya Sûrîyê, yekparçeyîya axa Sûriyê, îrade, serxwebûn û bijardeyên sîyasî yên gelê Sûrîyê digirin.
Gelê Sûrîyê yê bira bi hemû pêkhateyên xwe, bi yekîtîya xwe ya niştimanî, bi rihê biratî û toleransê, bi îzna Xwedê xwedî hêz e ku hemû zehmetîyan derbas bike û vê pêvajoya hestiyar bi ser bixîne, da ku aramî, geşepêdan, ewlehî û aramîyê pêk bîne û bextewarîya gelên giranbuha yê Sûriyê.
Sûrîye bi domandina rola xwe ya dîrokî û navendî di piştgirîkirina gelê Filistînê û berxwedana wan de, ber bi pêkanîna doza xwe ya dadperwer ve diçe, rola xwe ya serokatîyê di nav ummeta erebî û Îslamî de xurt dike û bandora xwe li ser asta herêmî û navneteweyî zêde dike.
Em wek Tevgera HAMASê bi tundî êrîşên hovane yên dubare yên rêjîma sîyonîst a îşxalker li ser axa Sûrîyê şermezar dikin û her armanc û planên sîyonîstan ku ax û gelê Sûrîyê dike armanc, bi tundî red dikin.
Xwedê Sûrîye, Filistîn û hemû ummetê ji her cure xerabîyê biparêze."
Cîhada Îslamî
Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî Ziyad Nehhale der barê geşedanên dawî yên li Sûrîyeyê de weha got:
“Em weke Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di wê bawerîyê de ne ku guhertinên li Sûrîyê diqewimin mijareke navxweyî ya Sûrîyê ye û bi tercîhên gelê Sûrîyê yên bira ve girêdayî ye.
Hereketa Cîhada Îslamî daxwaz dike ku Sûrîye wek her car wek piştgir û alîkarê rast ê gelê Filistînê û doza wî ya dadperwer bimîne. ” (ÎLKHA)