Li Xezzeyê qetlîama sîvîlan: 3 jê zarok 10 şehîd
Sîyonîstên îşxalker li Xezzeyê li dijî sîvîlan dîsa êrîşan pêk anît, di encama êrîşan de 3 jê zarok 10 Filistînî şehîd bûn.
Çavkanîyên tenduristîyê îfade kirin ku li rojhilata Megazîya Xezzeyê ji cîhê ku sîvîl kom bûbûn re ji teref artêşa îşxalê ve êrîş hat lidarxistin.
Di êrîşan de 3 jê zarok, 4 sîvîl hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Artêşa îşxalê xeyn ji vê Megazîyê li bajaroka Beyta Lahîyayê jî êrîşan li dar xist.
Di êrîşên ku sîvîl hatin hedefgirtin de 6 kes hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Sîvîlên nêzê Nexweşxaneya Kemal Advan a li herêma Beyt Lahîyayê jî ji teref balafirên bêînsan yê hewayê ya aîdê îşxalê hatin hedefgirtin. (ÎLKHA)