Li Koreya Başûr kelek bin av bû: 7 mirî, 1 winda
Li peravên bajara Gyeongjuya Koreya Başûr, kelekek masîvanan bin av bû, di encama qezayê de 7 kesan canê xwe ji dest dan, kesekî jî winda bû.
Rayedarên Ewlehîya Sehla Pohangê, daxuyandin ku li peravên bajara Gyeongjuyê kelekek masîvanan qeza kir û bin av bû.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di nav kelekê de 3 welatîyên Koreya Başûr, 5 Endonezyayî hebûn û di encama qezayê de 7 kesan canê xwe ji dest dan, kesekî jî winda ye.
Xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin. (ÎLKHA)