Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 758an
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 44 hezar û 758an û hejmara birîndaran jî derket 106 hezar û 134an.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 430emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 4 qetlîamên 24 saetên dawîn de 50 sîvîlan şehîd kirin û 84 kesan jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 44 hezar û 758an û hejmara birîndaran jî derket 106 hezar û 134an. (ÎLKHA)