Li 20 bajaran operasyona tiryakê hat lidarxistin: 34 kes hatin girtin
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku li 20 bajaran operasyonên tiryakê hatin lidarxistin, di encamê de 34 kes hatin girtin.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, îfade kir ku di koordînasyona Serokatîya Daîreya Micadeleya Sûcên bi Narkotîk ên Fermandarîya Giştî ya Cenderme û Serdozgerîya Komarîyê de li; Entelya, Dîyarbekir, Manîsa, Aksaray, Wan, Edene, Sêrt, Stenbol, Sêwas, Agirî, Kirikkale, Semsûn, Mûş, Tekîrdax, Rîze, Mêrsîn, Çewlig, Îdir, Îzmîr û Mêrdînê operasyonên “Narkokapan” hat lidarxisitn.
Di encama operasyonan de 640 kîlo tiryak, 225 hezar kenewîra kok û koka skunkê, 21 hezar û 768 heb hebên tiryakê hatin bidestxistin. Hat îfadekirin ku di operasyonan de 37 şikdar jî hatin girtin, ji şikdaran 34ê wan hatin girtin, derheqê 3yê wan de jî biryara kontrola edlî hat dayîn. (ÎLKHA)