Di qezaya helîkopterê ya li Ispartayê de hejmarê mirîyan derket 6 kesan
Li beşa perwerdehîya navenda navçeya Keçîborluya Ispartayê helîkopterekî leşkerî ket xwarê, hat diyarkirin ku leşkeran canê xwe ji dest dan.
Serokê Şaredarîya Ispartayê Şukru Başdegirmen, di daxuyanîyekî ku ji qenalekî televîzyonê re da de, ragihand ku li navçeya Keçîborluyê di dema firîna perwerdehîyê de du helîkopter li hewayê li hev qewimîn.
Başdegirmen, îfade kir ku di dema qewimînê de helîkopterekî ket xwarê yê dinê jî di nav ewlehîyê de xwe daxist xwarê.
Wezareta Parastina Netewî, di daxuyanîya ku derheqê qezaya helîkopterê de da de, diyar kir ku li Ispartayê helîkopterekî ji tîpa UH-1ê dûçarê qeza kirimê bû.
Wezaret, di diyarîya ewil de îfade kir ku 5 leşker canê xwe ji dest dane, leşkerekî jî bi giranî birîndar bû û ji nexweşxaneyê re hatîye rakirin. Wezaret, dûre daxuyanîyek dinê jî belav kir û îfade kir ku personelê ku bi birîndarî ji nexweşxaneyê re hatîye rakirin li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. (ÎLKHA)