Urdunê ji bo Sûrîyeyê banga acîlî kir
Urdun, piştî ketina rejima Beşşar Esad ê li Sûrîyeyê ji bo ewlehîya welat û welatîyên xwe û tesîskirina îstîqrarê banga xebata lezgîn kir.
Qralê Urdunê Abdullahê 2yemîn, di daxuyanîya ku di civîna Konseya Ewlehîya Netewî ya Urdunê de da de weha got, “Urdun, li cem xûşk û birayên xwe yên Sûrîyeyî disekine û ji îrade û tercîhên wan re rûmetê dibîne. Ji bo parastina ewlehîya qezencên gel û welatîyên Sûrîyeyê, çêkirina îstîqrarê û pêşgirtina pevçûnên ku dibe ku derkeve hewceye ku xebateke bi lez bê destpêkirin.” (ÎLKHA)