Rejîma îşxalker êrîşî Libnanê kir: 2 şehîd
Balafirên teroristên îşxalkeran li dijî başûrê Libnanê êrîşan li dar xistin, di encama êrîşan de 2 kes şehîd bûn.
Navenda Operasyona Rewşa Acîl a Tenduristîya Gel a Wezareta Tenduristî ya Libnanê, daxuyand ku li bajaroka Dibbina ku girêdayê navçeya Marcayunê ye êrîş hatîye li dar xistin, di êrîşê de du kes şehîd bûn û pîrekek jî birîndar bûye.
Îşxalkeran, pirî caran axên Libnanê hedef digre, agirbesta ku di 27ê Mijdarê de îlan kiribû îxlal dike. (ÎLKHA)