• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Rejîma îşxalker, piştî vekişîna artêşa rejima Şamê Çîyayê Hermonê îşxal kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejima îşxalker ku piştî bûyerên li Sûrîyeyê valahîya ku pêk hat ji xwe re wek firsedekî dît, piştî vekişîna artêşa Sûrîyeyê berê xwe da Çîyayê Hermona ku wek “nehatîye îşxalkirin”.

Artêşa îşxalê, “herêma tamponê” ya ku di bin kontrola NY de bû û di navbera Çîyayê Hermon û Sûrîyeyê de ye îşxal kir.

Artêşa îşxalê ku tabiîyê emrên berfirehkirina îşxalê ya serokwezîrê qaşo Netenyahu dibe, baregeha mezin a ku 2.800 metre bilindahîya wî heye û cîhê herî mezin a ku li Levantê dinêre ye bidestxist.

Lûtkeya ku baregeh li wê derê ye, cîheke ku di alîyê dîtin û êrîşê de cîhekî gelek baş û krîtîk e ye.

Rojnameya El Hadasa Erebistana Siûdî rast kir ku rejima îşxalker qereqola Cebel Şêxê ku li Çîyayê Hermonê ye bidestxistîye.

Di xebera rojnameyê de hat îfadekirin ku, “tesîsên herêma ku hatîye bêçekkirin ên li ser xeta vekişîna sala 1974an a di navbera Sûrîye û îsraîlê de” îşxal kirîye.

Di heman demê de Netenyahuyê terorîst jî di sibeha Yekşemê de çûbû herêma Mount Bental ê ku li Tepikên Golanê ye, ji Netenyahuyê re wezîrê parastinê Israel Katz jî hevaltîyê kirîye.

Netenyahu li ser girê axivî û îfade kir ku, “Ev, encamê rasterast derbeyên ku ji Îran û Hîzbullaha ku alîgirên yekemîn ên rejima Esedê ne ye.”

Netenyahu, îfade kir ku ev rewş ji bo wan “ne ku bêrîsk e”. “bi taybetî em ji bona ku sînorên xwe bikin nav ewlehîyê tevgerê dikin. Ev herêm, êdî hilweşîyaye li gorî Peymana Cudabûna 1974an nêzê 50 salan e wek herêma tamponê hatibû wesifandin lê hêzên Sûrîyeyê mewzîyên xwe terk kirin.”

Netenyahu muxakîfan tehdît kir!

Netenyahuyê îşxalker weha got, “Bi tevî wezareta parastinê û piştgirîya kabîneyê, doh min ji IDFyê re telîmat da ku bila cîhên krîtîk ên nêz û herêma tamponê bidestbixin.” Di berdewamê de jî qestî muxalîfên ku di pêşengîya HTŞê de ne kir û weha got, “Em ê tu dem îzîn nedin ku tu hêzekî dijmin li sînora me hebûna xwe nîşan bide.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir