Îran: Me ji bo balyozxaneya xwe ya li Sûrîyeyê tedbîrên hewce ya ewlehîyê girtîye
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bekayî, bal kişand ku rewşa tenduristîyê ya dîplomatên xebatkarên di Balyozxaneya Şamê ya Îranê de dixebitin baş in.
Bekayî, ji pirsa gelo rewşa tenduristîya xebatkarên ku di Balyozxaneya Îranê ya li Şamê de dixebitin başin re bersivê da û destnîşan kir ku ewlehîya personelên sefîrxaneyê hatîye girtin û rewşa wan ê tenduristîyê jî baş in.
Bekayî ragihand ku xebatkarên balyozxaneyê vê sibehê ji sefîrxaneyê derketine û bal kişand ku divê ewlehîya wan li gorî hiqûqa navneteweyî bê berçavan. (ÎLKHA)