Rejima sîyonîst êrîşî Xezzeyê kir: 8 şehîd
Di êrîşên rejîma îşxalker ên li dijî Refah û Xezzeyê de zarok jî di nav de 8 kes şehîd bûn.
Êrîş û qirkirina li dijî Xezzeyê ên artêşa qaşo yê rejîma îşxalker bênavber berdewam dike.
Li gorî WAFAyê rejima sîyonîst, li dijî herêma Harbe el-Adesa rojhilata Refahê bi ÎHAyê êrîş li dar xist.
Di êrîşan de zarok jî di nav de 6 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku îşxalkeran li herêma ez-Zewayîdeyê êrîşî konên Filistînîyan jî kir.
Di êrîşê de 2 Filistînî şehîd bûn, 1 jê pitik 6 kesan jî birîndar bûn. (ÎLKHA)