• DOLAR 35.376
  • EURO 36.459
  • ALTIN 3004.1
  • ...
Piştî civîna li Dohayê daxuyaniya hevpar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û her wiha wezîrên derve yên Qeter, Erebîstana Siûdî, Urdun, Misir û Iraqê yên ku di Forma Astanayê de cih digirin hatin Qeterê û li ser mijarên dawî hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya hevpar a piştî civînê hat kirin de hat gotin, “Di daxuyaniya xwe ya hevpar de derbarê bûyerên dawî yên Sûriyê de, beşdaran diyar kirin ku berdewamiya kirîza Sûriyê ji bo ewlehiya welat û asayîşa navçeyî û navdewletî pêşketineke metirsîdare û hewceye hemû alî li çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re bigerin ku wê bibe sedema bidawîhatina operasyonên leşkerî û parastina sivîlan ji encamên vê qeyranê.

Beşdaran tekezî li ser giringiya zêdekirina hewlên ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiyê li herêmê kirin, û herwiha domandina şêwir û hevahengiya nêzîk di navbera wan de, ji bo ku bi awayekî bi bandor beşdarî dîtina çareseriyeke aştiyane ji kirîza Sûriyê re bibe, ku dê daxwazên gelê Sûriyê bi cih bîne. ewlekarî, aramî û edaletê.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir