• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Di êrîşên îşxalkeran a li Xezeyê de 15 kes şehîd bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Siyonîstên îşxalker di roja 428emîn a jenosîda li Zîvala Gazayê de qetlîamên xwe didomînin.

Çapemenîya herêmî ragihand ku balafirên şer ên îşxalkeran li herêma Karama ya li bakurê rojavayê bajarê Xezzeyê malekî bombe kirin û di encamê de herî kêm 8 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Hat ragihandin ku di encama bomberdûmana balafirên bêmirov ên li Cebeliya El Belad a li bakurê Xezzeyê de komek sivîl kir hedef, herî kêm 2 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Li aliyê din di encama bombebarana balafirên keşfê yên dagirker danê sibehê de li derdora Dibistana Ehmed Şewkî ya li taxa El Rimal a dikeve rojavayê bajarê Xezzeyê 3 kes şehîd bûn û hinek jî birîndar bûn.

Li  nêzî stadyuma şaredarîyê ya li peravê bajarê Refahê ya li başûrê Xezzeyê, di encama hedefgirtina komek sivîlan de ji aliyê balafirên bêmirov ve kesekî şehîd bû.

Li herêma El Mevasî ya dikeve rojavayê Refahê, di encama gulebarana îşxalkeran de kesek din şehîd bû.

Sîyonîstên îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023an vir va bi piştgiriya Emerîkayê li Xezzeyê qikirinê dikin; Di nava wêranî û xelayê de zêdeyî 150 hezar Filistînî ku piraniya wan zarok û jin in şehîd û birîndar bûn û 11 hezar jî winda ne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir