Li Kolombîyayê êrîş li helîkopterê hat kirin: 4 mirî
Li Kolombiyayê di êrîşa çekdarî ya li helîkopterê de 4 leşkeran canê xwe ji dest dan.
Di encama gulebarana kesên nasnameya wan nediyar in de helîkoptera ku li bejahiya bajaroka Caceres a li herêma îdarî ya Antîokîyayê danî, 4 leşker mirin.
Di daxuyanîya ku ji teref artêşê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku leşkerên ku ji helîkopterê dadikevin bi dorê hatiye gulebarankirin û di vê çalakiyê de leşkeran canê xwe ji dest dane.
Clan del Golfo, rêxistina sûc a qaçaxçiya narkotîkê ku ji hêzên paramîlîter ên berê pêk tê, ji êrîşê berpirsyar hat dîtin. (ÎLKHA)