Li Dîyarbekirê qîzika ciwan di hemamê de canê xwe ji dest da
Li navçeya Çinara Dîyarbekirê qîzikeka 17 salî dema ku serê xwe dişûşt ji bona ku xwe germ bike mangalek pê xist, di encamê de ji ber karbonmonoksîtê canê xwe ji dest da.
Bûyer, li gundê Huccetîya Çinara Dîyarbekirê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, qîzikeka 17 salî ya bi navê N.Ş. di seatên êvarê de di hemamê de ji mangala ku ji bona xwe germ bike pêxistibû ve bijehrê ket.
Ceseda qîzika ciwan, ji bona ku otopsî bê kirin ji Dîyarbekirê re hat sewqkirin. (ÎLKHA)