• DOLAR 35.376
  • EURO 36.469
  • ALTIN 3012.57
  • ...
HUDA PAR: Kelepçekirina dengê Xezzeyê kelepçekirina wijdanan e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Erdogan di bernameya Forûma TRT Worldê de wexta diaxifî sloganên “Keştî ji Xezzeyê re bombeyan hildigre” hatibû avêtin.

Ji bo tîcareta bi rejîma sîyonîst re bi temamî bê birîn û qut kirin 9 kesan xwepêşana protestoyê lidarxistibûn ji ber sûcê heqareta li serokkomar hatibûn binçavkirin.

Protestovan piştî binçavkirina 3 rojan şûnde di 2ê kanûnê de ji ber muxalefetkirina qanûna meş, xwepêşan û civînê ji teref mahkemeyê ve hatibû girtin.

Ji ber azadîya fikran ji holê radike û di mijara Xezzeyê de însanên xwe hîs tên girtin ji HUDA PARê bertek hat nîşandan.

Heyetek ji Lomîsyona Serokatîya Karên Hiqûqî û Heqên Însanan a HUDA PARê 9 kesên bi şiklekî neheqî hatin girtin di hefsa Marmarayê de zîyaret kirin.

Endamê Heqên Însanan yê HUDA PARê Parêzer Hasan Ece piştî ziyaretê di daxuyanîya ku da de ji van girtinên nê li gor azadîya fikrane bertek nîşanda.

Ece ji bo hemwelatîyên hîsdarên ku dixwestin ji bo Xezzeyê dengê xwe bidin bihîstandin hewceye gavek berê gavek serbest bên berdan bang rayedaran kir.

Ece destnîşan kir ku, kelepçekirina dengên ji bo Xezzeyê bilind dibe, kelepçekirina wijdan e. Van neheqîyên di hiqûqê de cihê wan tuneyebila gavek berê gavekê bê bi dawî kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir