Wezîr Yerlîkaya: 147 kes bi şikdarîya PKKê hatin binçavkirin
Wezîrê Karên Hidnir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku li 30 bajaran di encama operasyonên ku di nav 10 rojan de hatine lidarxistin de 147 şikdar hatin qefaltin.
Wezîr Yelîkaya li ser hîsaba Xê daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku li bajarên Semsûr, Agrî, Entalya, Erdaxan, Aydin, Êlih, Çewlig, Bolû, Dîyarbekir, Edîrne, Xarpêt, Erzirom, Colemêrg, Hetay, Entap, Gîresûn, Îdir, Stenbol, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûxla, Mûş, Qers, Qocaelî, Sêwas, Riha, Sêrt, Şirnex û Wanê di Koordînasyona Serokatîya Daîreya Micadeleya bi Terorê ya Fermandarîya Giştî yê Cenderme û Serdozgerîya Komarîyê de; ji teref Fermandarîya Cendermeya Bajarê ve operayonên “Gurz-28” hatin lidarxisitn.
Di encama operasyonên li dijî PKK/KCK-PYD/YPGê de 147 şikdarên endamê rêxistina terorê hatine qefaltin.
Hat îfadekirin ku di operasyonan de çekên bêrihset, tiving, amûrên tiryakê û dokimanên rêxistinê hatine bidestxistin. (ÎLKHA)