• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Qatilên sîyonîst li Xezzeyê qetlîameke nû pêk anîtin: 20 şehîd
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qatilên sîyonîst li Xezzeyê 425 roj e qetlîamên xwe didomîne.

Artêşa qatilên teroristan, li herêma Al-Mawasîya Xan Yûnisa Xezzeyê êrîşî dijî konên Filistînîyên ku ji cîhê xwe bûbûn di nav de dijîyan kir.

Li gorî diyarîyên ewil di encamê de 20 sîvîl hatin qetilkirin.

Hat destnîşankirin ku piştî êrîşê di konan de şewat derketîye.

Hîva Sor a Filistînê, diyar kir ku herêma ku êrîş lê hatîye kirin wek herêma ewle hatibû îlankirin.

Di êrîşên ku sîyonîstên îşxalker li Xezzeyê pêk anîtine de heta niha 44 hezar û 532 kes şehîd bûne, 105 hezar û 538 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir