Li Hîndistanê teqîn pêk hat: 4 kes mirin
Li rojavaya Hîndistanê di febrîqeyekî de teqînek pêk hat, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Hat îfadekirin ku li wîlayeta Gujarata rojavaya Hîndistanê di daîreya qazana febrîqeyê de teqînek pêk hat, di encamê de herî kêm 4 kes mirin.
Li gorî çapemenîya mehellî, mirovên ku mirine temamê wan karkerê senanîyê bûne.
Hat destnîşankirin ku teqîn di febrîqeya Detox India Private Limitedê de pêk hat. Febrîqe ji bo paqijkirina çopên endûstrîyelê dixebitîya. (ÎLKHA)