Di êrîşa hewayî ya îşxalkeran de 9 Lubnanî hatin qetilkirin
Li başûrê Lubnanê ku rejîma sîyonîst tevî agirbestê dîsa dest bi êrişan kir, 9 kes hatin qetilkirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Artêşa rejîma îşgalker ragihand ku tevî agirbesta ku di 28ê Mijdarê de hatibû ragihandin, li dijî Lubnanê dîsa dest bi êrîşên xwe kirine.
Rejîma qatil doh êvarê êrîşên hewayî birin ser hinek herêmên başûrê Lubnanê.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşa li ser herêma Haris a Bînt Cûbîlê de 5 kes hatin qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa li ser herêma Taluse ya Mercayûnê de 4 kes hatin qetilkirin û 1 kes jî birîndar bû.
Hizbullahê bal kişand ser îxlalkirina agirbestê ya ji teref sîyonîstên îşxalker ve û diyar kir ku li herêma Ruveyset el-Alem a dagirkirî ya Girê Kefr Şubayê operasyonek li dar xist û serokwezîrê bi navê Binyamîn Netanyahû yê rejîma îşxalker jî ragihand ku ew ê bersivê bidin.” (ÎLKHA)