• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
NY: Xelkê Xezzeyê her roj bi rewşek dijwartir re rû bi rû dimînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric  diyar kir ku li Xezzeyê bêewlehiya erzaqê her roj girantir dibe û her roj mirov bi rewşeke dijwartir re rû bi rû dimînin.

Dujarric diyar kir ku li Xezzeyê firinên nan ji ber ku sotemenî û arvan tune ne nikarin vekirî bimînin.

Dujarric hişyarî da ku xebatkarên alîkarîyên mirovahî pergalên xwarinê yên herêmî ji ber êrîşên bejahî û hewayî wêran kirine, Dujarric destnîşan kir ku yek ji girîngtirîn fikarên gihandina xwarinê ye.

Dujarric got, "Xurekê, nebûna şert û mercên ku bihêlin em bêyî gulebarankirinê alîkarîyê belav bikin, hêna êsîr tên girtin, nebûna asoyeke sîyasî, ev hemû nîşan didin ku ev rewşek pir xedar e. " (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir