Iraqê sînorên xwe bi temamî girt
Rêveberîya Iraqê ragihand ku sînorên vî welatî bi temamî hatine girtin.
Cîgirê Fermandeyê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Serfermandar Qeys el-Mihemedawî di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan a Iraqê INA re ragihand ku sînorên vî welatî bi tevahî hatine girtin û hêzên ewlehîyê ji bo parastina Iraqê li benda fermana serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî ne. (ÎLKHA)