Sepana lastîka zivistanê dest pê kir
Sepana lastîka zivistanê ya mecbûrî îro ket merîyetê.
Digel hatine demsala zivistanê sepana bikaranîna lastîkên zivistanê jî dest pê kir.
Ji yekê berfanbarê pê ve divê wesayîtên ku di navbajaran de bar û rêwîyan vediguhizînin li gor sepana lastîka zivistanê hereket bikin. Ji kesên ku li gor sepanê hereket nekin û lastîkên zivistanê bikar neyînin re dê 4 hezar 69 TL ceza bê birîn.
Sepan tenê ji bo erebeyên tîcarî derbasdar e. Ji bo otomobîlên taybet tu mecbûrîyet nîne. (ÎLKHA)