Li Cîbalîyê qetlîameke din: Zêdetirî 40 kesên sîwîl şehîd bûn
Hat ragihandin siyonistên terorîst û îşxalker li Cîbalîyeya ku li bakurê Xezzeyê ye malekê hedef girtin, di encama êrîşa hovane de zêdetirî 40 kesên sîwîl şehîd bûn.
Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Midûrtîya Parastina Sîwîl a Filistînê Mahmud Basal ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Basal di daxuyanîya ku belav kir de got ku di encama êrîşa asîmanî ya ku ji teref siyonistên îşxalker ve li Cibalîyê hat kirin de zêdetirî 40 kesên sîwîl şehîd bûn.(ÎLKHA)