Li Bartinê qeza: 5 xortan canê xwe ji dest dan
Di encama qezaya ku li Bartinê pêk hat de 5 xortan canê xwe ji dest dan.
Qeza di wextên êvarî de li mewqîya Bogazê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîleke ku navê şofêrê wê nehat hînbûn ji paşve li kamyonekê qelibî.
Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re ekîbên îtfaîyê hewl dan kesên di wesayîtê de xelas bikin. Lêbelê hat hînbûn 5 xortên ku di wesayîtê de bûn canê xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)