Îşxalker, li Şerîaya Rojavayê 16 kesên dinê jî êsîr girt
Hêzên îşxalê ji doh ve heta îro li bajarên cuda yên Şerîaya Rojavayê di êrîşan de 16 kesan êsîr girtin.
Klûba Êsîran û Sazîya Minasebetên Êsîrên Berê û Êsîran, daxuyand ku artêşa îşxalê li Kalkîlya, Nablus, El Xelîl, Tulkerm û Quds Şerîaya Rojavayê êrîşan li dar xist.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di êrîşê de xanîyan sabote kirine û zerarê dane xanîyan, ji ferdên xanîyan re tehdîd û êrîşan li dar xistin.
Hat îfadekirin ku di êrîşan de 16 Filistînîyan jî êsîr girtine, bi tevî van 16 kesan hejmarê mirovên ku hatine êsîrgirtin derket 11 hezar û 900 kesan.
Hat îfadekirin ku hejmarê fermî hêj nayê zanîn. (ÎLKHA)