• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Êlihê ji êtîman re cil û bergên zivistanê hatin belavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Waqfa Êtîman ku bi alîkarîya ku ji êtîm û sêwîyan re dike ve tê naskirin, li Êlihê ji 200 zarokên êtîman re mont û botan belav kir.

Zarokên ku di çarçoveya poşandina zarokan de çûn dikanekî, bi tevî malbatên xwe ji xwe re mont û botan ecibandin.

Temsîlkarê Êlihê yê Weqfa Êtîman  Musab Îmîr, diyar kir ku bi desteka xêrxwazan ji bona ku zarok necimidin mont û botan belav kirin.

Îmîrê Temsîlkarê Êlihê yê Weqfa Êtîman destnîşan kir ku ew xebatên xwe berdewam dikin, “Bi hatina zivistanê me ji bona ku zarokên me yên êtîm necemidin kampanyaya montek û botekî da destkêkirin. Me bi tevî desteka xêrxwazên xwe li Êlihê ji 200 zarokên êtîm û sêwîyan re alîkarîya mont û botan kir. Xwedê ji xêrxwazên me yên ku destekê dane me re razî be. Em dixwazin ku bila bê zanîn dema ku xêrxwazên me zêde bibin an jî alîkarîyên zêde bidin em ê jî ji êtîm û sêwîyan re zêdetir xwe bighêjînin. Bila alîkarîyên ku dikin biçûk nebînin. Hûn jî dikarin bi xêrekî biçûk ji kêfxweşîya wan zarokan re bibin wesîle.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir