Rejima qatil li Xezzeyê qetlîamên xwe bênavber didomîne: 100 şehîd
Sîyonîstên îşxalker, di qetlîamên li Cîbalîye û Beyt Lahîyaya bakurê Xezzeyê de di nav 24 seatên dawîn de 100 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Artêşa rejîma sîyonîst a îşxalker li Xezzeyê êrîşên xwe bênavber didomîne.
Berdevkê Midûrtîya Parastina Sîvîl a Filistînê Mahmud Basal weha got, “Di qetlîamên îşxalkeran a li Cîbalîye û Bet Lahîyeyê di nav 24 seatên dawîn de li dar xistine de gelek mirovên ku di navbera wan de pîrek û zarok jî hene 100 kes şehîd bûn.”
Basal, îfade kir ku ji şehîdan 75 hebên wan ji malên malbatên Ahmed û El-Babayê hatine derxistin.
Basal destnîşan kir ku her roj gelek malên malbatan têne bomberdmankirin, ji destpêka êrîşên li dijî bakurê Xezzeyê vir ve 2 hezar û 700 Filistînê şehîd bûne, ji 10 hezarî zêdetir mirov jî birîndar bûne.
Rejîma sîyonîst plan dike ku Filistînîyan ji bakurê Xezzeyê derbixe û bi mayînde ew li wê derê bimîne.
Ji ber vê yekê nahêle ku bila ji herêmê re xewarin, sotemenî û ava paqij bê şandin. (ÎLKHA)