Li Nîjeryayê kelek bin av bû: 8 mirî
Li wîlayeta Nîgerê keleka ku rêwîyan bar dikir bin av bû, li gorî diyarîyên ewil 8 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî winda bûn.
Li bajara Nîgera herêma Dambo-Ebuchiya wîlayeta Nîgerê keleka ku nêzê 200 kes di nav de bûn, ji ber sedemek ku hêj nediyare bin av bû.
Li gorî diyarîyên ewil di encama qezayê de 8 kesan canê xwe ji dest dan, bi dehan mirov jî winda bûn.
Ji bo mirovên winda bêne dîtin xebat hêj berdewam dike. (ÎLKHA)