• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Ruandayê ji ber şilîyê 5 kes mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Bireveberîya Rewşa Acîl a Ruandayê, diyar kir ku lehî, hezaz û brûskên ku ji ber şilîyê çêbûn herî kêm 5 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn.

Di nûvekirina 1-24ê Mijdarê ya wezaretê de, hat gotin ku baran her weha mal, dersxane, zevî û rêyan zirar an jî wêran kir.

Hat diyarkirin ku herêmên herî zêde bi tesîrdar bûne Gakenke, Gasabo, Rutsiro, Gisagara, Kamonyi, Gatsibo, Ngororero û Rusizi ne.

Sekreterê Daîmî yê Wezaretê Philippe Habinshuti bang li kesên li herêmên bi xetere dijîn kir ku biçin herêmên ewle.

Di Gulana sala borî de 135 kesan di encama lehî û şimitîna axê de ku bandor li rojava û bakurê Ruandayê kiribû, jiyana xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir