• DOLAR 35.376
  • EURO 36.476
  • ALTIN 3003.62
  • ...
Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ramanli, ji daxuyanîyên Gulîstan Sonuka Seroka Şaredarîya Êlihê ya DEMî ku ji teref Wezareta Karên Hindir ve ji wezîfeyê hatibû girtin ku malbatê hedef digre re bertek nîşan da.

“Qesta pêşeroja gelê me ye”

Parlamenterê Êlihê, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyand û weha got, “Tehcîr û qetlîam qîm nekir. Pevçûn, valakirina gundan, koç û konrola zayînê kar nekir. Niha jî ji bona ku nifûsa gelê Kurd kêm bikin û bi destê qadroyên femînîst ên ku ji nav xwe berhev kirine malbatê dikin hedef û malbatê li ber çavan reş dikin. Hekena ev xanimefendîya ku qestê pêşeroja gelê me dike, herhal wisa bawer dike ku leglegan wê anîtîye.”

Gulîstan Sonik di bernameyeke televîzyonê de ku beşdarî wê bernameyê bûbû de, destnîşan kiribû ku ew broşûr û afîşên ku pesnên malbatê didan dîtîye û ew broşûran wê gelek şaşwaz kirîye, qala “şaşwazîya’ xwe ya ku dema ku nivîsên ku malbatê dike navenda jîyanê anîtibû ziman.

Sonuk weha gotibû, “Dema ku me şaredarîyê teslîm girtibû di Midûrtîya Polîtîqayên Pîrekan de beşên ku pîrek herin li wan deran û fikran bistînin jî tinebû. Midûrtîya Polîtîqayên Pîrekan wisa hatibû dîzaynkirin ku broşûrên ku pesnê zewacê didan hebûn. Dema ku em serê ewil çûn şaredarîyê, di avahîya Midûrtîya Polîtîqayên Pîrekan de nivîsekî mezin wek ‘Malbat nirxa herî pîroz e’ hebû, nivîsên ku pîrekê di plana duyemîn de didît, malbatê dikirin navenda jîyanê hebûn. Dema ku me vana dît me şoq derbas kiribû. Di encamê de ev der Midûrtîya Polîtîqayên Pîrekan e.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir