Li 15 bajaran ji perwerdehîyê re tetîla “berf û cemedê” hat dayîn
Ji ber berf û cemeda ku li giştîyê welat tesîrdar e îro li 15 bajaran ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hat dayîn.
Hewaya sar û şilî xwe li giştîyê welat tesrîdar dike.
Ji ber barîna berfê, cemed û bayê îro li 15 bajaran ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hat dayîn.
Li gorî vêya ew ê îro li Baybûrt, Qeyserî, Sêwas û Colemêrgê perwerdehî neyê dayîn.
Hat îfadekirin ku ew ê li bajarên Ordû, Aksaray, Artvîn, Gîresûn, Erzîncan, Çewlig, Çorim, Semsûn, Bêdlîs û Erzorimê jî perwerdehîyê neyê dayîn. (ÎLKHA)