Li 18 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin: 54 binçavî
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku li 18 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hatin lidarxistin, di encamê de 54 şikdar hatin qefaltin, ji wan jî 20ê wan hatin girtin, 11ê wan jî bi kontrola edlî hatin serbestberdan.
Ji teref cendermeyê ve li 18 bajaran bi navê Gurz-26an operasyon hatin lidarxistin û 54 kes hatin qefaltin. Şikdarên ku hatin qefaltin 20 hebên wan hatin girtin.
Hat îfadekirin ku Serdozgerên Efyon, Aydin, Bûrsa, Erzirom, Eskîşehîr, Hetay, Stenbol, Mereş, Qeyserî, Qonye, Qirşehîr, Kilis, Mêrsîn, Nevşehîr, Samsûn, Sinop, Tekrdax û Trabzonê emir dan ku bila operayon bê kirin. (ÎLKHA)