• DOLAR 35.342
  • EURO 36.714
  • ALTIN 2993.67
  • ...
Xamaneî: Derheqê Netenyahu de biryara girtinê tenê ne bes e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xamaneî, bi minasebeta Hefteya Qewetên Seferbertîya Gel li Tehranê di Huseyînîye ya Îmam Xumeynî de ji qewetên ku ji teref xelkên dildar ve tê sazkirin re xîtap kir.

Xamaneî îfade kir ku Sazîya Besîçê sazîyekî ku li welat hemanê wî tineye ye û got, “Hêzên Seferbertîya Besîçê sazîyekî çandî, civakî û leşkerî û însîyatîfa Îmam e.”

Ayetullah Xamaneî, destnîşan kir ku Besîç li ser bawerîya ji Xwedê û ji xwe re hatîye damezrandin.

Xamaneî bal kişand tiştên ku rejîma sîyonîst li Libnan û Xezzeyê bikartîne ne zeferekî ye; bileqs ew sûcên herbê ne, Wî derheqê biryara girtinê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ku li ser Netenyahu daye de weha got, “Niha jî derheqê wan de biryara girtinê hatîye derxistin; lê ev qîm nake! Netenyahu û van serokên wehş ên rejîmê divê bi cezaya îdamê re bêne cezakirin.”

Xamaneî, destnîşan kir ku ew ê berxwedana Xezze û Libnanê xurttur bikin û got, “Li Xezze û Libnanê dijmin qezenc nekir. Dijmin ew ê li Xezze û Libnanê mizaffer nebe.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir