Rêya Entelya-Qonyayê ji tir û qamyonan re hat girtin
Rêya Entelya-Qonyayê ku Anadolîya Navîn girêdayê Behra Spî dike ji ber qeşa û cemedê ji wesayîtên mezin re hate girtin.
Alîyê Alacabela rêya Qonye-Entalyayê berf barîya.
Li alîyê Alacabela ku 1825 rakima wî heye û li ser rêya Seydîşehîra Aksekîyê ye, piştî barîna berfê cemed û qeşa çêbû.
Ji ber ku bapûk jî tesîrdar bû rê ji qamyon û tiran re hat girtin.
Tirên ku ketine rê jî ji tesîsan re têne şandin. Ji wesayîtên ku lastîkên wan ên berfê hene û di lastîkên wan de zîncîr hene re jî îzîn dê dayîn ku bila derbas bibin.
Ekîban jî ji bona ku wesayît bi rehetî derbas bibin xebatan dikin. (ÎLKHA)