• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
İşxalker, bi darê zorê Filistîniyan didin koçkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi sedan malbatên Filistînî yên ku ji ber siyonîstên îşxalker mecbûr man koç bikin, neçar man ku malên xwe yên li Taxa Şuciyeyê terk bikin û bi peyatî berê xwe bidin herêmên naverast û başûrê Xezzeyê.

Malbatên Filistînî yên ku ji ber ku hewaya sar şert û mercên wan yên dijwar kûrtir kir ji ber siyonîstên îşxalker ji cih û warên xwe bûn û tenê valîz û betaniyên biçûk bi xwe re dibirin neçar man di tariyê de koç bikin.

Filistînî ji ber kêmbûna sotemeniyê û ji ber îmhakirina bi hezaran wesayîtên sivîl ji aliyê siyonîstên îşxalker ve di dema îşxalkirina erdên li herêmên curbecur de, tenê dikarin bimeşê biçin.

Duh siyonîstên îşxalker li Taxa Şuciyeyê diyar kiribûn ku ev der "herêma şer a metirsîdar" e û Filistîniyan tehdîd kirinbûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir