Îşxalkeran navenda Beyrûdê hedefgirtin
Sîyonîstên îşxalker, navenda Beyrûda Libnanê li dijî avahîyekî êrîşeke asîmanî li dar xist.
Li gorî xebera NNAyê, balafirên herbê yên îşxalkeran li herêma el-Bastayê navenda Beyrûdê hedef girt.
Balafirên sîyonîstên îşxalker, bi 5 fuzeyan li Kolana el-Memnûnê avahîyekî 8 qatî hedef girtin.
Ji teref rayedaran ve hêj derheqê şehîd û birîndaran de agahîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)