• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Îzzet El-Rîşk: Emerîka tenê maye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

El-Rişk bal kişand ser wê yekê ku Emerîka tenê maye û got, çawa ku li dijî qerara Encumena Asayişa Navdewletî ya sekinandina şer bi tenê bû, herwiha li dijî dadgeha tawanan jî bi tenê bû.

El-Rîşk weha dewam kir, “Qerara Dadgeha Cezayê rêzgirtina ji bo nirxên edaletê û parastina mirovahiyê vedigere û her kesê ku li dijî vê yekê derkeve, qirkirina li Xezzeyê înkar dike. Emerîka tenê maye. Çawa ku bi tena serê xwe li hember biryara Encumena Ewlekariyê ya sekinandina şer radiweste, li hember Dadgeha Cezayê jî bi tenê disekine. Dijberiya Emerîka li hember biryara ICC, quretiya bikaranîna hêzê û ne rêzgirtina ji yasayên mirovî yên navdewletî diyar dike. Berevaniya Emerîkayê ji tawankarên cengê yên siyonîst, berevaniya ji xwe wek destekeke tam a tawanên qirkirinê ye. Em bang li hemû welatan dikin ku bi dadgehê re hevkariyê bikin da ku sûcdarên şer Netanyahu û Gallant bînin û nehêlin ku ew ji darizandinê birevin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir